ZEVÎNDARIN
ZEVÎNDARIN Ji guldaran , gula bi çîn Hin ji baxên , lalezaran Ji destên , pîroz av weşîn Avde çotyar , gulên baxan Min yarê dî , divê rê de Erê bînahiya çavan Ez û yar , bi hev re bijîn Perwanin , li daristanan Gul bînokê , jîn da evîn Qertel birin , bi talanan.!? Gerok , di gera jînê de Zê çibkim ez , li zozanan Ger yarê , ji min winda be Ka ew gulên , ji dest yaran.!? Ji destan , bikin diyarî De bînin , pertewa canan Bi ava jînê re avdin Dem avakin , şaristanan Bi hev re , em ne cûda bin Geşkin vîna , dilê jaran.!? Ez vîndarê , teme yarê Ger çar wêrz li dibîstanan Zê kengî wê , bi dest bînim Dil rewane , bi dewranan Bi hev re , pêkvejiyan kin Ne wek şewlin , sîtemkaran Jiyaneke , bi pêşdarî Ne mîna hemû , dildaran. Ejder Îso