ZEVÎNDARIN

ZEVÎNDARIN
Ji guldaran , gula bi çîn
Hin ji baxên , lalezaran 
Ji destên , pîroz av weşîn
Avde çotyar , gulên baxan
Min yarê dî , divê rê de
Erê bînahiya çavan
Ez û yar , bi hev re bijîn
Perwanin , li daristanan
Gul bînokê , jîn da evîn
Qertel birin , bi talanan.!?
Gerok , di gera jînê de
Zê çibkim ez , li zozanan
Ger yarê , ji min winda be
Ka ew gulên , ji dest yaran.!?
Ji destan , bikin diyarî
De bînin , pertewa canan
Bi ava jînê re avdin
Dem avakin , şaristanan
Bi hev re , em ne cûda bin
Geşkin vîna , dilê jaran.!?
Ez vîndarê , teme yarê
Ger çar wêrz li dibîstanan
Zê kengî wê , bi dest bînim
Dil rewane , bi dewranan
Bi hev re , pêkvejiyan kin
Ne wek şewlin , sîtemkaran
Jiyaneke , bi pêşdarî
Ne mîna hemû , dildaran.
Ejder Îso

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس