Sevederî
Şevederî
* * * * * * *
di şaneşînên
çavên êvarande...
pîrrên keserên
mehîna heyvê ,
destarê şevederê...
hûrik...hûrik,
kerîyên...
sitranên ,
pêwran ...
leyl û mecnûnan
lal ... melûl..
best ... mest...
tînan...
û nema di birin !
di şaneşînên
çavên êvarande ...
nêrgiz ... istuxwar
ser xwe de ...,
dihonijin
lavijan ...diçêrînin
ber dergehên
şevneman...
û xunavan ?
di şaneşînên
çavên êvarande...
gulberoj
desmîya...
hoz ... û ...hêlan
hol ...û...hewildanan,
hildigrê...
milên şewşenê
nimêja...
beyanan...û ...elendan
ji tav û awirên rokê,
dirêsê...
dihûnê...
bi enya xweya hilmiştî ...?!
تعليقات
إرسال تعليق