Welatê min
Welatê min
Welatê me navê xwe şêrîn e
Cinet û mala me kurdistan e
Bihuşta me cayê kurmênc e
Efrîn pir xweşe bi xêr û ber e
Ey Feleka bê bext tû neyar e
Ji warê me dûrkev Derkev e
Darên me bi hejîr û zêtûn e
Pêla dil bi xemgînî ra di be
Ey xweda darê me pîrozin
Ji wan ra bêje soza dilê me
Darê sêva darên henaran
Tînê bira min gund û gelî
Darên hejîran û zêtûnan
bi dilên me re her dikenîn
Demsala payiz û zivistan
Dar bi dilê me germ dibûn
Bihar dihat bivistanê sibî
Her darek û can dibişkivî
Ku demsala havînê di bû
Rûniştin tev Hejîr û tirî bû
Rojek xurbetê bi salekê ye
Ji temenê min dixwe te re
Welatê min can ú jiyan e
Buha û xweş e ser va dilî
Mişmiş behîv kûz mêwî
Bi me re dikenîn bişêranî
Roj û şev zor xweş bûn
xema min dicû bi zindî
Him gulikî tû hilm û bînî
Hîn ew bayê ku tê va dilí
Tûyî rêhanî gul û xatûnî
Hín ser hiş va dilê minî
Tú ew bihara dilê minî
Tû hebest û evîna minî
Tû fili bêhina mala minî
تعليقات
إرسال تعليق