ax axîna dilê min

ax axîna dilê min
sebra dilo rihê min
sebra dilo rihê min

xezala min birîn kirin
agir dadan dilê min
agir dadan dilê min

çi li bajaro gunda
talan kirn  gelê min
talan kirn doza min

xeber nehat yara min
şero ceng mezin kirin
şero ceng li hember min
 
pêlan hanîn serê min 
xûn herikî deryê min
lal bûn ket zimanê min
jîyan nedan gelê min

zeytûna me jîn dike
bi destê gura şikestîye
hêza me li şûn maye
doza me li şûn maye

Bavê mehmûd

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس