Kinê kinê kinê
Sorgulê sosinê
Sebra dilê mine
Jin weķî wê tunê
Kinê kina minê
Kina min nazeke
Şêrîn û xweşike
Dil ji wê hezdike
Qusûr li wê tunê
Kinê kina minê
Kinê xemla gunde
Pir jîr û hişmende
Vîna min naberde
Min nade bi dinê
Kinê kina. Minê
Dil hezkirye ji wê
Berê dil tum liwê
Ez ketim dilê wê
Ew ket dilê minê
Kinê. Kina minê
Şemal û fìndike
Dilêm ronî dike
Kinam bi çûçike
Dilê wê mezinê
Kinê kina minê
Rû sor û sippiye
Sêva nû hatiye
Jiyan tev şahiye
Tev bi xêra kinê
Kinê kina minê
تعليقات
إرسال تعليق