Ev bû çend Sal
Ev bû çend Sal di ser keça kurdan re Jîna Emînî re derbas dibe demên xemgîniyê
Û erd ji kenên pakrewanên Kurdistanê di xwînê keç û xortan de wêran dibe
Dibêjin jin jiyana azadîya
Hiş wek çavdêr teslîmî heqîqetê dibe
Pêngava ronakbîrî û qutkirina kêfan li ser jiyana Kurdistanê re derbas dibe rûyê neyarên te dikeve bin lingên te û ji gotinên te xar dibe li pêş çavên miletên te tevde dibêjin jin jiyana azadîya
Lê ji ber wê vaye dîsa gelê kurdan dibêjin jin jiyana azadîya
Hebûna weya berê di nav me de dimîne
Wek bilbilekî li ser darê hertimî dinalîne ku hîn nemiriye
Ew jî Jîna Emînî ye
Ku hertimî dibêje jin jiyana azadîya
Îro dilê gelên kurdan digirî û bask gazinan dikin
Di tenêtiyek tije de
di derdan de bi qirîn û bi hewar û bi girî ban dikin jin jiyana azadîya,
Û ji bo giyanê Jîna Emînî dilê me û zarokên me û hêrsên me bi xwîn dibin
Bêdengiya wan ji dengê wan bilindtir diaxivin
Dibêjin jin jiyana azadîya
û ew ne adeta me ya
Rojekê em ku gazinan ji nalînan bikin hertimî emê bêjin jin jiyana azadîya
Lê bi demê re veqetîna me eşkere bû
Lê Zelal bûn ji mere armancên neyarên me keç û xortên kurdan jinên kurdan ji jiyana azadî mehrûm dikin
Çawa giyanê me ewqasî dirêj giriya û nalîna me diqîriyan
Dê bi dawî nebe pakrewanên me
Lê çi tê pêşkêşkirin li ser erdê me li pêş çavên me li serê zarokên me dibêjin jin jiyana azadîya
Li ser wan mayînan hêsir hatin rijandin li ser xort û keçên me
Ew ê bimeşe heya ku bermayên me ne mumkin bibin wê her dem û her wext bêjin jin jiyana azadîya
Ez ji giyanê ku gavên wê nehevsengin xemgîn dibim
Piştî kokan Çarenûsa gavên
Pakrewanên Kurdistanê davêjim
Xanima Kurdistanê Jîna Emînî em îro li Kurdistanê çiqasî dilsozê peymana wê bûn
Li dûr an li nêzîk an li baxçevanên buheşte Kurdistanê xwîna te rengîn bû di dilê hemû gelê Kurdistanê de
Me girêdana Jîna Emînî winda kirin
Berhev kirin
Kî dikare hemû cureyên bi kar bîne
Bêje jin jiyana azadîya
Di tariya rê de ku me dikujin
Xemgîniyên me Lehengek dilşikestina Jîna Emînî dibîne
Dilê rastiyê ew e ku ew evîndarê welatê Kurdistanê bû
Û hertimî Jîna Emînî digot ez tu carî ji gotinên tund bêzar nebûme ji bo jin jiyana azadîya
Bêhna wê Jîna Emînî hîn jî ruhê me tijî dike
Û ew me di nav ba de dihewîne
Jîna Emînî dibêje
Ezê peymana xwe bigirim heta ku ew ji destê me derbas dibe
Ruhê jin jiyana azadîya îcar jiyan çi ye
Jin jiyana azadîya
تعليقات
إرسال تعليق