Kêçê êmek hêçê?
Kêçê êmek hêçê?
Kêçê êmeg darê hêçê
Em tên sotin weka pêçê
Me xwe firot ketin rêçê
Li hev nekir li ser xêçê?
Welat berdan çûne derva
Mal û melal giyan serva
Kole nabin şah li derva
Ir ir dikin weka hirçê?
Binav dibin yek û didu
Têne kuştin weka hevdu
Îro çêtir law ji dihu
Serî weşand por û pirçê!
Xizmetek xweş bê hempa ye
Ber ba ketin mîna ka ye
Dijmin gûre got:kurd va ye
Nav qîlan de can diqirçê?!
Rêberên me yên dolara
Gel firotin wekî kara
Em xapandin bi barbara
Dev şirik da dimirç mirçê?!
16/09/2023-Serzorî
تعليقات
إرسال تعليق