Hevala min ji min pirsî

Hevala min ji min pirsî 
Çi helbestê te xemgînin
Û tîpên te bi nalînin 
Hevokê te bi ahînin

Min got warêm birîndare
Şer û cenge pêt û are 
Tanq û topin tum heware 
Rewşa warê min dicware

Xelkê min dil şikestîne 
Yan kuştîne yan girtîne 
Yan firarin yan rêwîne
 Hedan bi carekê nîne    

Welatê xwe jibîrnakim
Ji bîrnakim dikim nakim 
Ne karim sebrê peydakim
Ne karim wî ji bîrakim.

Diya Raman

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس