EVERY BAŞ
مساء الخير .
EVAR BAŞ .
TE BAR KIR JI VÎ WARÎ....
Dilê min cih û warê te bû
Îro te bar kir ji dilê min
Bê xatirxwestin...
Te şahî ji dilê min dizî
Herifand canê min wek dîwaran
Dengê rûxandinê gihîşt serê çiya û ezmanan
Ez mame stûxwar
Çawa rizgar bibim...
Ji van êş û azaran?!
Çûndina te dilê min perçeperçe kir
Gelek kul û xem tê de çandin
Bûm dîlê zîndana evîna te
Bi hêviyên xwe dikelim wek baba gurgur
Li ser pêt û perengan dinalim
Namîne zordariya qederê
Min tu ji dil yekser avêt
Paş deriyên reş
Da ku winda bibî ji ber çavên min
تعليقات
إرسال تعليق