Min sebir kir sebir nema

Min sebir kir sebir nema 
Ez bûm dîna dora çema
Xwezî tenê bes carekê 
Te bersev dabaya hema 

Ez bûme çûka xemcivîn
Bê  cî û war û bê  hêlîn 
Tu çû te ez tenê hiştim
Can bi kovan û dil birîn

Tucar ez te jibîr nakim 
Ezê çarakê peyda kim 
Liser can û dil û hestan
Ezê  navê te  tomarkim 

Were bamin lê bi şahî 
were di ezmanê sahî 
Jiyana min ronî bike 
Jiyana te bikim şahî

Diya Raman

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس