Ez qurban
Ez qurban..
Roja sêşem, 13 meha rêzberê ji sala 2022 an, yasaîşên faşista Îranî, "Giştî Irşadî", û bi mehna, ku biskên xwe tevde, di bin çarçefê de, veneşartinin, keça Kurd, Jîn Mehsa Emînî, ya 22 salî, binçavkirin, û ji ber kîn û nefrîna wan, li ser gelê Kurd pir heye, dar di serê Jîn de lixistin, û ew birin qereqola xwe, û ji ber birîna wê pir ẍedar bû, û ew bi derengî, birin nexweşxanê, Jîn jiyana xwe ji destda, û gihiştî kerwanên pekrewan, li himber vê tewanbarî û tometê, jinên kurd û bi piştgirya mêran, li Rohilatî Kurdistan, di pir deveran de, dijî sîstema faşist ya Îranî, derketin cade û kolanan, û raperîn, û çarçefên xwe şewitandin.
Birano...
Ez hêvî dikim, ku raperîna gelê Kurd, li Rohilatî Kurdistan, dijî sîstema Melleyê Îranê, ji bo tolhilanîna xwîna Jîn Mehsa be, ne ji bo hilanîn û şewata çarçefan be.
Ez vê helbestê, xelatî giyanê Jîn Mehsa, û peroyî jinên raperîner, dikim..
Jîn Mehsa
Li ber bayê keziyên reş
Dibin werbêja serada
Divêtin ji te azad bin
Bi koşîn şer û firyada
Jinên kurdî diraperin
Ji her celeb û nijada
Li rûbarî neyarên hov
Li meydan û li her qada
Tucarî ji te bernadin
Ku nebin ew ji azada
Biçêjin serfiraziyê
Bibin ew jî ji dilşada
E şoreşa jinên jîn xwaz
Ji rehên Xorî behzada
Le şêra ji wan şîr mêtî
Cegerdarî ji xwedada
Niqot kirin li we gerdûn
Bi talan û bi berbada
Bi say û dilreq û hêzin
Ji zikmakî ji nîhada
Qiranê tirs û sawîra
Çine himberî ferhada
Keça sergevez û leheng
Xwe şûr di nava we rada
Feraşînê we bûn dûjeh
Werîn buhişt ji binyada
We darên çand û kir Sêpî
Ji bo we mane bêdada
Erê ev jîn e Mehsa ye
Li qirka we gulî bada
Bi wê sota birîna xwe
Di cergê we etûn dada
51Rezber ê 2022
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
تعليقات
إرسال تعليق