Herdû çavên te dukanyê

Herdû çavên te du kanyê 
Hingivin 
Hingivê gerdûnê tev lê 
Dicivin 
Lêv ji pellê sorgula her 
Dilivin 
Mîna xunçê sor kulilka 
Dbişkivin

Tû buharê tîne her roja tu
 hat
Enya sipîboz wekî heyva 
Hilat 
Por hevirmêş rengê alê bê
 Tebat 
Naz û xweşikbûna rûkê te 
Duqat 

Por û biskin rengê miskin 
Bê tebat 
Enya te kirne wekî heyva 
Sebat 
Rû hinarên te wekî sevên 
Xelat 
Rû girover tevde roka ro 
Hilat 

Lêv şekirî por solavek 
Şehkirî
Min kirin nava bihiştek bê 
Derî 
Çem û kanî gurciyê naz û
Zerî 
Şahciwana  gurciya hum 
Gulperî

Diya Raman

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس