Ji DESTÊ ME ÇÛN

Derd û kovan li me bûne kûr 
Em westiyan li ser rêya dûr
Ji sukra me tûjkirn şûr
Dehil û zevî tev mane bûr
             ************
Ji ber ku em bê cih û warin
Her tim bi qêrîn û hawarin
Jar û feqîr û bê zarin
Li vê dunyayê em bê parin
                ************
Li me dibarê bayê sar
Di vê dema pir histyar
Em dûr ketin ji cih û war
Fermîsk ji çava têne xwar
               ************
Roj û sal li me dirêj bûn
Xewin û hêviyê me têkçûn
Ji Kul û kesera bê zar bûn
Bav û bira ji hev winda bûn
               ************
Dem û dewran li me zîvirî
Her tişt ji destê me firî
Li me nema ji xeynî girî
Çira mala min vemirî
               ************
Çiqas derfet ji mere hatin
wekî xwe Her tim ajotin
Welat bi erzan firotin
Dil û ceger li şiyar sotin

            *************
Şiyar Alyanî  2023/1/5

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس