JlN SIRÛDA PÎROZ E
JIN SIRÛDA PÎROZ E
Jina jîr.. sebr û aram e,
Bi şev û roj.. tu tê cem wê,
Her tim.. kane xweşiyê bîne û werîne,
Wê bi dilê xwe bibihîze.. bi canê xwe efû bike.
Na, ewê rûreş neke, sûnd nexwe,
Bi dilovanî, bi nermî, destê te bihejîne,
Têgihîştina her tiştî, wê hêsan be,
Wê dilê te jî, dê aramiyê bibîne.
Jina jîr kane lawaz û jar be,
Tenê xwe dispêre sîngekî xurt,
Mirovek baş di şahiya wê de hevalbend e,
Dibe ku ew ji bo delalekî.. çiyayan bihejîne.
Hişmendiya jinê di xwestekan de.. geşronî dibe,
Bi lênêrînên baş.. dê malê vejîne,
Li hember barê hemî tengahiyên nediyar.. ragire,
Azaran dijî lê dîsa jî wê dildare.
Xayîntî jî wê nekeve deryayê,
Ruh wê mîna stêrkên şevê ronî bibe,
Di çavan de hêsir diherikin,
Ramanên bextewariyê li wir dîsa germ dibin.
Alûzî wê ji holê rabe, arîşe jî wê ji holê rabe
kane her tiştî bi şîret û hevaltî li cihê xwe rêz bike,
Wateya barana ku diherike dê hebe,
Wê triyên bi dewl di nav çiloyan de bigihîne.
Di hişmendiya jinê de nûbûn û nûjenî heye,
Ew ramanên pakzelal dide,
Bêzarî û xêlîbûn tune, lê îlham heye,
Tezebûn û kûrbûna biharê, tê de vedide.
Bi mêrekî bêhiş re tevger nebe,
Afirîner û jêhatî be,
Tenê biguherîne, ji niha çêtir bibe,
Da ku jiyan bê alûzî derbas bibe.
Jina jîr û hişmend dilnizm e,
Ew di hundurê de xwe hêzek mezin e,
Pîroziya dil û hêzan sirûd e,
Ji rizgarkirina cîhanê re, ew ji agir e.
تعليقات
إرسال تعليق