ننحني اجالاً
ننحني اجلالاً لضحايا هذه الكارثة التي حل بنا
HEWARE
Min çi kirbû yezdanê banî
te ev derde ji bo min anî
mane hemî jî ebdê te ne
bîbelerzê wêranî anî
bi hezara man jêr dîware
yê mayîn jî mane bê çare
nizanim ma qey me çikir bû
heware ev çi bû te anî
wêran bûne şar û gundê min
ne dê ne bab ne zarokê min
ne cî min man ne kozikê min
eve çi bû te bo min anî
çima wêranî para mine
bêje min ma gunhê min çine
ma kî wê bê hewara mine
her hewarêm xwidayê banî
تعليقات
إرسال تعليق