(( MEHAAA BÊÊ. )) Meha bê Emê peyalên bêrîkirinê, li hev xînin Badeya berbangê Ji dêmên sibehan binoşînin, Emê rojên bûrandî, vegerînin Meha bê Wê aso bi zemînê re, bikene Wê pelên daran, bi bişkivin , Barana kenê te Ewê porê hevokan, şil bikin Emê li keştiya şevê, siwar bibin Û dilên xwe, ji êşan bişon Û rojên dûriyê Di dilê dîdariyê de, biçikînin Meha bê Wê bûhar, sema bike Wê ewrên dilên me sayî bibin, Û lêvên me, ji maçên agirînî, mişt bibin Meha bê Emê bibin, du balendên evîndar Li ezmanê henasan Bifirin, Û neqşeya eşqê Li ser rûyê xwedawenda, nîgar bikin Meha bê Wê demsala evînê, dest pê bike Wê xewneroj, ji jiyana me Bar bikin Wê dûrî, li ber şepolên Awirên me, biherike Û wê firiştî, li ber neyjena, newazên kêfê bilîlînin Meha bê Zeyîna temenê me, Ji nûve, wê bê vejandin. Û çîroka, hevgihiştinê Li ser sînga gerdûnê, wê wajo bibe Meha bê Wê sitêrk li êvarên me, biçirisînin Nazdariya helbestê, di hestên Tî de, wê birjin Nefelan ji sînga, demê, biçînin ...