Ez bîra te dikim

Ez bîra te dikim

Ez hezdik im dûrim ji te
Hemêz dikim ew canê te

Di çavên te de xuya dike
 Ew hesret û ew eşqa te

Bêriya te dikim dê were
Tû ji ber çavê min na re 
 
Di çavê tîrêjên rojê de 
Min dikişîne himêza te

Sibe zû berî hêvar bibe
Hesreta min zêde dibe

Di hundirê dilê min de
Helbesta nostaljîkan e

Ezê bineqşîn im bîra te 
Di dilê te Piskêşa min e

 Min neqişand ev navê te 
Li ser kimta va dilê xwe 

Di nava tevna ewran de
Hesreta xwe xêz bikim e 

 Di çavên te de evînek e 
Teyr û stêrk nimêjê dike 

Wêneyên te tê dizivirin e 
Her şev bêriya te dikim e

Ge tê bîranîna civîna me 
Ku tîrêja rojê tê li ser me  
 
Em her şev bêhiş radizên
Digiraniya êşê de tevizîn e

Hesreta min ku dûr û nêze 
Mîna pirs û bersiva ma ne 

 Di pistaxivtina çavan de 
 Ew ê evîna min bidina te

 Li ser kulîlka dilê min de
Ku Dûr neça winda me be 

Tava te ku derang ne be 
 Li hev em vegerin ez û te

Ne roj rije û ne şev şeve 
Di dilê min de agir û pêt e

Ferhenga evînê ez û tú ne
Evîna me jîyane ax ú av e

Hezkirina min ya bê sînor e
Ez Te bernad im tû a min e

Hesreta çav û destê te me
Hemêza te min bêriyê kiriye

Tû ew tembora canê min e
Têl û kitkita dilê min lêdixe

Tû estran û helbesta mine 
Xemxeyal û palkêşa min e

Khalil Joudi

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس