gotinên yarê ji mim  dixwest me bîne cem hev 

 Em ê teqez vegerin
  Bê xemgînî û bê  bêzarî
      Û rojek
  Qederê yarê wê me  bîne cem hev di hundirê welatê me de 

 Ez ê dîsa li ser evîna welatê yarê xwe  binivîsînim 
 Berhevokên helbestên nû bikim 
Ez daxwazeke jiyaneke nû bikim  ji yarê xwe  re 

 Ez ê bi roj bûne Ciwanê xwe di kefên xwe de vegerim cihê warên bav û bapîrên xwe 
 Û di dawî de bi navê kulîlkan yarê xwe bi nav bikim  di hundirê welatê bav û kalên  xwe  de 

 Di çavên we de dîrokek min heye
 Çawa ku heyvê vedigere ser dîroka min 
 Û evîna we ji bo min her heye 
 Li ser sînga yar welatê xwe de jiyan bikim û bijîm 

 Tevî agirê hesreta min di nav dar û berên welatê min de 
 Jiyana min winda nabe
 Dilê we mala min e
 Û ger rêwîtî penaberê dirêj be jî 

 Ez ji nêzikbûna we kêfxweş dibim
 Dawî bi we re têde 
 Çiqasî çûk koç dikin jî
 Ezman we bimîne
  Û dar û baxçîn zeytûnên gundê min jî dimînin

 Wekî ku ez di dilê we de vegerek heye
 Erdên dinyayê ji min re nahêlin jî 

 Ne jî sermiyanê mêran di navberên kolanên bajarên welatê min de nemînin jî 

  Û  xerîbî di min de bihejînin jî her gazî dayika welatê xwe bikim bi qirîn û nalîn banga yar xwe dikim 

 Min hûn di xwîna xwe de veşartine 

 Û min hûn parastin 
  Tevî şeran

 ku di gerdûnê de pêk tê

 Her tişt mirî ye

 Û her tişt şewitandin

 Û her tiştî hilweşandina 

 Ji xeynî we mîne
  Jiyana min  li koçberê  mayê 

Ji ber wê ne bê yar Jiyan dibe ne jî bê welat jiyan dibe

Ji hêla pênûsa Heyder Xelîl ve hatiye nivîsandin

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس