Çaxa pêjna te li min

Çaxa pêjna te li min
Hiltê
Kêfa min dismala 
Sermestiyê li xwe dike
Di bagera 
Nîgaran de
Êvara çavên te 
Bi bedewîya sitêrkan
Kil dikim 
Di nêv rengê bihna
Destên te de 
Destên xwe ji bîr dikim 
Bi şewşena
Erdîgarîya canê te 
Di bîra gunehan werdibim ........!!!

Dergehên 
Qedexekirî veke
Ta ez karibim di taxa 
Xeyalên te de 
Birînên 
Dildarîya xwe bidrûm 
Û demên ku di dilê
Salan de 
Hatine sêdar kirin
Ji nûve vejînin 
Pirsên şermok
Yên ku li ser lêvên şevê
Dilerizîn 
Ji bin perdên xayizbûnê 
Derînim 
Hêsirên ku li ser ruyê 
Sibehan digirîyan
Bi pistepista girnejînan bikenînim ...!!

((. Hozan Girkundê. )).

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس