MEHAAA BÊÊ

((  MEHAAA BÊÊ. ))

Meha bê
Emê peyalên bêrîkirinê, li hev xînin
Badeya berbangê
Ji dêmên sibehan binoşînin,
Emê rojên bûrandî, vegerînin
Meha bê
Wê aso bi zemînê re, bikene
 Wê pelên daran, bi bişkivin ,
Barana kenê te
Ewê porê hevokan, şil bikin
Emê li keştiya şevê, siwar bibin
Û dilên xwe, ji êşan bişon
Û rojên dûriyê 
Di dilê dîdariyê de, biçikînin
Meha bê
Wê bûhar, sema bike
Wê ewrên dilên me sayî bibin,
Û lêvên me, ji maçên agirînî, mişt bibin
Meha bê 
Emê bibin, du balendên evîndar
Li ezmanê henasan
Bifirin,
Û neqşeya eşqê 
Li ser rûyê xwedawenda, nîgar bikin
Meha bê
Wê demsala evînê, dest pê bike
Wê xewneroj, ji jiyana me
Bar bikin
Wê dûrî, li ber şepolên
Awirên me, biherike
Û wê firiştî, li ber neyjena, newazên
kêfê bilîlînin
Meha bê
Zeyîna temenê me,
Ji nûve, wê bê vejandin.
Û çîroka, hevgihiştinê
Li ser sînga gerdûnê, wê wajo bibe
Meha bê
Wê sitêrk li êvarên me, biçirisînin
Nazdariya helbestê, di hestên
Tî de, wê birjin
Nefelan ji sînga, demê, biçînin
Hûrdeman, di hêlana, zîziyê de
Bilorînin
Meha bê
Hemû xewnên me, wê bi cî werin
Emê bi hevre, têkevin
Goqvenda
Serxweşîyê meha bê
Ji nûve wê
 Bexçeyê temenê me, gulvedin ....!!!
________________________________________
((. Hozan Girkundê. )).

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس