Kevoka sipî
Kevoka sipî
Difirim sipî kevokek
Li ser balayê welat ê
Li nav zemînê Hewlêr ê
Li ser Sîpan ê Xelat ê
Veduxum ji Geliyî Elî
Ji çem ê Zê û Ferat ê
Ez diçêrim li Mûsil ê
Hêlîn sina Erarat ê
Bi perîka Feqê Teyran
Nîgar dikim ez necatê
Ser kevirê Kelh û Reh ê
Hîmê Toros tehet û latê
Ez ê xişrê bûk ê binim
Ji Kermenşah û Toqat ê
Şîrava gulê Qendîl ê
Xunavek li rû werhatê
Sed silavê ji ro ava
Xwîn dermanê bobelatê
Ez ê perçak ji dilê xwe
Bi şînim gel Mehabat ê
Ji Ormiyê hingiv bînim
Diyariya wê civatê
Li ser kaş ê Mişte Nûr ê
Roja ahenga felatê
Li nav ewrên li Şingal ê
Bibim roka nû hilatê
Ji Homan ê hinek qizwan
Ji wê dara nû dikatê
Qurtek ava Waşokanî
Av bidim pê wê xebatê
Ne bi navê ne ol û mol
Rakim jê wê kêferatê
Ro ava bakur û başûr
ji giyanê rohilat ê
Bi yek rehê digerim xwîn
Di her damar û libatê
Li Botan ê bibim pişgir
Vemirîn im wê şewatê
Bi her hestên kurdanyê
Ne bi navê tu malbatê
Xaka welat hev girtiye
Çima gel ji hev berbatê
Ewan kend û pirên şermê
Bişkînim lê wê qapat ê
Bi tovê kînê re hilkim
Rehê neyar û çînatê
Lê biçînim hezkirinê
Bi kurte dem û şapatê
2015
Cindiyê Metînî
تعليقات
إرسال تعليق