Aderê

////Adarê .....!!!

Adarê li kurda tenê xedarê 
Adarê Heyva bargiran li gelê perîşan

Rojek Şîne û yek Şahîye  

Roj hemû bi nîşanin 

Her sal li me divegerê
û li me nû dike kul û    derda hemiya.

Wek helepça birîna bê derman e  

Û sînema Amûdê Şewetîn Canê Ciwana 

Weke serhildana qamişlo û Efrînê û Kobani û Koçberkirna wan 

Weke komkujiy Şingal û bist  û yek firman 

Weke agirê dilê daykê şehîdê hamî Kurdistan  

Ax kurdistanê, canê berîndar bar geranê Can û Cesedê te parçe parçe kerin û li cîhan gelê te penaber kirin 

te liser enya merovatiy nîşanî
 
hemî adaran em Cîhanê şiyar dikin liser axîn û qîrênê û êşê 

Lê Cîhanê serê xe li ber me cemidandîy 

Em jî ji Berxwdana xwe û daxwzê xwe navegern 
Me gelek Pakrewan qruban kirin ji bo welat 

Bo sirûda kurdî wan cana pîroz dikin 

Bist û yekê Adarê, Roja  nû li me dihilê 
Sersala Kurdî dest pêdikê 

Bi Agerê serê çîya Nîşana Azadîya kurda liser xwîn meja destpêdikê 

Û bi Ala piroz çiya  dixemilînin û bi dîlanê Kurd  û bi dahul û zirna newroza xwe xweş dikin 

ser sala xwe pîroz dikin bi agirê serê çiya û ala xwe ya pîroz diberdin le ser ruwê çiyayê piroz 

 û bi seruda Kurdî  pîroz dikin û dixemilînin ...

/Selma ALyuosef/ ✍

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس