Nuhrojê
Nuhrojê
Navê wê ji gemiyê
Bi pirsin ji dîrokê
Ji wê şaẍa zêrtonê
Ji tava nûjen rokê
Ji rengê pinpinîkê
Ji gula berê cokê
Nuhroj wekheviye
Nuhroj azadiye
Ḧezkirina ji dile
Aşitiya kevokê
Nuhrojê rojek nuhe
Xweş war û nişîngehe
Xuristê dixemlîne
Jê re xişr û bergehe
Sersala gelê kurde
Li jiyanê dergehe
Nuhroj wekheviye
Nuhroj azadiye
Ḧezkirina ji dile
Şahiyek berfirehe
Nuhroj şîr û şekire
Wek hingiv û şimaye
Şox û saz û şahî ye
Ew buhara gelaye
Ya bilbil û dengbêjan
Ew stiran û semaye
Nuhroj wekheviye
Nuhroj azadiye
Ḧezkirina ji dile
Cî j` kînê re nemaye
Rewş û xemla gerdûnê
Rok û find û çiraye
Arê roja jiyanê
Ew zerzenga giraye
Ber kanî û rûbaran
Seyrana hogiraye
Nuhroj wekhevîye
Nuhroj azadiye
Hezkirina ji dile
Hevgirtina birayê
3 – 2013
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
تعليقات
إرسال تعليق