Çavxumarê
Çavxumarê
Sipî pêxîr wekî pela defterê
Navî memka nola mala xencerê
Di dilî de xwe çikandî esmerê
Dîlê ḧimêza te bûm ber kewserê
Di ẍemkêşa evîna te bûm şivan
Evîn êrîş dikin min xewnê giran
Hew li min nema ne xew û ne razan
Şevnişîna min bi derd û azerê
Hûr xunavek li buharam bibarê
Li seyranê hiş nehêle beyarê
Xurista hestan li min çavxumarê
Bikî zozan şîn bike her deverê
Bûm perestê ewan nerme paxila
Wer binoşim ez ji te ava gula
Wekî hingê ez bimêtim sorgula
Bidim qelen mêlakî li himberê
2020
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
تعليقات
إرسال تعليق