Xuda

Xuda :
Ey Xudayê min î mezin 
Û dilovan
Xudayê Erd û Asîman
Te afrandî gel bi çar rengan
Spî, reş, sor û zer
Ziman daye bi hezaran
Pirtûk şandin ji bo gelan
Incîl, Zabûr, Tewrat û Quran
Ji bo bizan bin tu Xudayê 
Dilovan
Ku gel bijînin bi aramî û aştî 
Wek mirova û wek însan
Li warên bav û kalan
Ne mîna hurçê çolan
Lê tu qet nabînê wa Berzên 
Çolan 
Di serê wan de çandiye
Ku her yek wê bistîne çêl 
Berîxan
Di buhişta te de ey xudayê
Dilovan 
Lewre zorê didin gelê Kurd 
Û kurdistan
Qêrî dikin bi navê te yî 
Xweşik û dilovan
Dibirin serê mirovan
Taln û wêran dikin warên 
Wan
Çima ev zulma giran
Berdewam dikê li çar parên 
Kurdistan kurdistan 
Ey Xudayê dilovan
Ey Xudayê dilovan .

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس