Em DifIrin
Em Difirin
Em carekî hatin dinê bê welat û bê dewlet
Herdem ser rêya mirinê, lêdan sirgûn û xûrbet
Warê min tev bûye zîndan, bê qanûn bê edalet
Diçim welatên xerîban, bê qedir û bêqîmet
Ber destê xelkê pale ne bê hurmet û bêrûmet
Dikişînim bi salane ax û fîxan û hisret
Warkozên alemê şên e, parek bihuşt û cinet
Sitara me tu lê tune, ev e rastî heqîqet
Gelo gunê kurda çîye, dinê da bûne sosret
Herkes tezî û birçî ye, ne xêr he ne bereket
Îmana me kamil bûye, em difirin bê minet
Li bihuştê hêvya meye, horî perî milyaket
Mela û şêx dixapînin, difire hemû omet
Xewnê da cinet dibînin dixwun kibab û zerfet
Me daye dû wan gemara, benda me ye axiret
Nabînin tu rêxê vira, dijîn tev bi rezalet
Kurdo rabin dest bidin hev, ser wan rakin qîyamet
Kap bavêjin histyê vana, bila tev bibin robet
Şer bikin hember wan fikra, holê rabe xiyanet
Heger guh bidin van zikra, Kurdistan nabe dewlet
Ayhan Demir/ 10.10.2023
تعليقات
إرسال تعليق