pêta evînê

Pêta evînê

Pêta êşa vê evînê
Agir bidilê min danî
Peristgeha kovanên min
Hêsiran pirsî tu kanî
Ho ho 
Kedera min ka tu kanî

Gulyê derdê te dihûnim
Ji birînên te bixwînim
Hêviyên bê ser û şûnim
Mizgîn ji te kesî nanî
Ho ho 
Kedera min ka tu kanî

Evína te jiyana min
Werzebaya ber bihna min
Navê te ye mizgîna min
Soza ji bo min dermanî
Ho ho 
Kedera min ka tu kanî

Keçika çavreş û bedew
Zelal û rinda mine ew
Bitenê wê dixwazim hew
Bibe heyva min li banî
Ho ho 
Kedera min ka tu kanî

Dilbera min hêviya dil
Buhara min neke kavil
Mixabina jîn bibe kul
Can bidesta min şêranî
Ho ho 
Kedera min ka tu kanî

Canê were vir de hela
Bese agir berde dila
Çipka xwinava ser gula
Çawa tî bim tuwî kanî
Ho ho 
Kedera min ka tu kanî
Pêşeroj Cewherî
24 - 10 - 2023

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس