Li ser xwes bigrî?

Li ser xwe bigrî?

Em ji kulan dikulin her kulekin
Nav gelîda xuyane wek belekin
Her ji bo xwe tî û birçî dinalin
Bo xelkê her li dinê wek çilekin?

Têne kuştin bi rojane jor û jêr
Zar û zêçik beramber tev Jin û mêr
Çima carek ji bo xwe tu nabî şêr
Vê koletî ser xwe bavêj û çekin?

Bo xezayê te barbare hey Koro
Bi can û xwîn tu feda ye çi zoro
Wek li wan bî li me dibî rojane
Kê gotí ye ji bo xwe hún deng nekin?

Ger mafê te winda ye lo bê aro
Mafê xelkê te çi jê ye bê karo
Bê mefîetî ji xwere tim ziraro
Veger dîno!dev di birîna xwekin?

Wan kesên ku serpêşî ya te dikin
Ew li nav sergû derfet bê te çekin
Lê hûn korin carek çavên xwe vekin
Li welatê xwe xulî yê ser xwekin?

Hêstirek we ji bo we dibî tangek 
Her gotinek ser welat bî tifangek
Xesm karê xwe binase bik mijangek
Bizan ked xweşî wê çaxê peydakin?

22/10/2023-Serzorî

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس