Kengê sabim?

Kengê şabim?

Ma kê hîştî ku binalim ta ebed 
Ev dil xav kir wê ji kîna bê ehed 

Ber bi jorda hilkişîm ez bi carek
Felek da min li gerdûnê çi yarek

Ew delala xweş û naza sermedî
Lê ji dil da bê hemd lê bûme xudî

Ahû kovan min kişandin ji bo wê
Dûr xistim ez ji razan û ji xewê

Bûm bilbilek her bi evxan dinalim
Ciwanî çû der zemînê wek kalim

Sîxur ketin navra me bi dirûtî
Xwe firotin her ew jiyan ekrûtî

Ma ne bese zêrzemîn a tê werbim
Heta kengê xudî kul û keser bim

Cahîl nezan va gihiştin mebestê
Rêveber no kengê bizanin qestê

20/10/2023-Serzorî

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس