Gul û yara min

Gul û yara min  pir şêrîn e 

Gula min liser va dilî şîn e
Gula evînê qet naçelmis e 
Bîngula min geş bîn di de 
Gula min ji hemya xweştir e
 
Yara min roj û êvara min e
Tîrêjên rojê hêva ezman e
Xana min jîn e taca zêrî ye 
Çireka ezmana mala min e

Cihek danî di dilê min de 
Min dil vekir bê tirs hat e
Bi çavê kil bi bijangê xwe
Xefk kir ez birim dilê xwe

bejna rendê bedew bilind e
Dilê xwe kanîya evînê çeme 
Hemêz kirim dam ber xwe 
Wê ez bîrim kirim dilê xwe

Yara min buhara ava jiyan e
Ne nêçirvan e ne tîrkevan e
Dilê min bir ji ser canê xwe
Serxwoş kirim bi çavên xwe

Keja ber mala keça mîra ye
Li serê min Taca zêrî gewr e
Ew ronî ye di çavê min deye
Ew bayê xweş bêhna min e

Lêv sorên gulên henarî ne
Sêva hungivî li ser lêvan e 
Bişerbeta tirî bê hiş bûm e
WekTasa serxweşa kirim e

Çavên te gul û tîra dibarîn e
Wek berfê hêdî têye xwar e 
Evîna te tava şewqa rojê ye 
Gava min dît birim ji xwe re 

Bi ser dilê min de tê dibar e
Ser dilê min arê xwe dada ye
Dilê te areke dilek dagirker e 
Kirim penabera nav dilê xwe

Navê te biha ye gelek şêrín e
Ber te Kullík ú gul xweşbîn e
Gerden disingê de xemilîne
Jite dûrim dinalim şikestîme
 
Çavên te reş ferhenga min e
Balkêşiya va dil û canê min e
Bijangên çavan basikê te ne 
Dipilpilên mîna perperika ne

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس