Ji te dûrim bê kesim

Ji te dûrim bê kesim

Qederê girepêç kirim
Neyare ez derxist im 
Li ser rêya gilol kirim
Dor efrînê ez havêtim 

Ji rojeke bêhogir im
Mam bêdar û bêr im
Ezmana giryand im
Nav zinare rúnişt im

Kehla horî hewar im
Dewrana di gerîn im
Mirê bota bavê kalim 
Ezê werim vegerînim

Bê dil búm derketim 
Çûm nav çola ketim 
Bê ziman û bê çavim
Li her der penaberim 

Ne kûrim ne jî kûtim 
Ji yara xwe pir dûrim
Ne ewirim ne teyrim
Ku li ezmana bifirim

Di çûm biêş û kesrim
Li her dera bêrêbirim
Ev rihê min mestkirim
Ba û serma Dixwarim 

Bêdilê xwe derketim
Bizorê  peneber kirim
Xewê çava revandim
Birin  bê xewin mam 

Ji canê xwe derketim
Li warê xwe nehêştim 
Ji axa xwe dûr ket im
Bêxwedî me bê kesim

Ez efrînim birîna kûrim 
Mam ber lat ú zinarim 
Kude stêra ez feşêrim
Bîrín kúre bê dermanim

Ji te dûrim sêwî kirim
Ji bav dayîka dûrkirim
Derdê xwe ez dikişînim
Ez bê hal im bê kes im

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس