helbestvano
( helbestvano. )
were helbestê bixwîn e
çinge çingê ji dawî bîn e
serê me pêre bi hejîn e
Dermanekî ji bome bîn e
**********
helbestvano bo me bêj e
çima çîroka me dirêj e
Êş û jana me ji mêj e
Zik birçîye û milet gêje
**********
Rwşa milet pir hestyar e
Koçber û dîl û hejar e
Rikberî li nav me diyar e
Rabe serxwe li me êvar e
**********
Em ji dûr hatin vexwendin
te tîpê ciwan gurandin
dûrî helbestê gerandin
çîrokê pûç ji mere xwendin
Li ser kursiya em razandin
**********
helbest bi qeyîd û hevsar e
mixabin xistine cihar e
Bê wezin û wêne û mijar e
guhê xwe girtin guhdar e
**********
Bendê pêşiya derman e
Her tîpek zêr û mircan e
Gotinê te sar û ziwan e
bê hest û ermenc û erzan e
**********
mîrê helbesta qermiçî
bê ser û ber û hetikî
Em têrbûne ji gutinê rijî
wek nanê şikeva û tisî
**********
تعليقات
إرسال تعليق