Çîrok

Dil šewitî Berî Rî ((Çîrok))

Tim bigotin û peyvim
bê guhdar û bê šîvim

Mirovekî wek weme 
Lê tenê d; bêjim çima

Šašîtiya venaxwim
merša jêre ranaxim

Ji çewtare Nêçîrvan
ta Mû šîn bû d; ziman 

Guha vekin bê fedî
li peyva bibin xwedî

Hebû peyakî kevnar 
j; kul - xeman re bûbû Jar

Kalekî xwedî Rîbû 
ji jînê gelek dîbû

Melûl bû xem jêre bar 
pišt qof bûbû mîna dar

Rûništibû li ser kevir 
Çiqarek avadikir

Tutun xist orta pelê
bi tilyka pêça lê

Pelik kir mîna birek
tif lê kir pev kire lek 

D; nava Lêvên xwe de çand 
Hestî da ber çerix gerand 

Xurtbûn birûskê Hestî
Agir jê avête Rî

Dest avêt bi hilçenîn
Ar ji Riyê vemirîn

Sîpek bi rev hate bal
got rawiste mamê kal

Pištî bez û reva xurt 
min ev çivîk ji xwer girt 

Xwe bigre ji ter bêjim
bi Arê te bibrêjim

Arê te xurt û zore 
goštê min xweš û sore 

bere nemînim bê šîv
zikê min neke çîv - çîv

Kalê reben lê nerî 
ji xwer hejand ew serî

Got b; dilekî šikestî
û Rû Šîn û šewitî

B; šewata mam šanebe
bi Agir , re ranebe 

Armanca xwe gešneke
bi Arê min xweš neke

Neke dîlan li ser min 
mamê te me t; kurê min

Sibe wê bê dora te
kî vemrîne Arê te

Were ez , te bibin yek
xwe li min neke zîrek

Riya mine bi rastî
Agir ez , te bi nîvî

Îro wisa li min hat 
sibe bi te kêferat 

Ta kengî bêjim šîret
tenê mane bê Dewlet

Tifû li mirovê pîs 
yê l; xwe dipêçe Werîs

L; šewata mam dikê bez 
da bibrêjê goštê pez 

Nabêje canê mine
ev mam û bavê mi ne 

Agir geše li dare
li gošt dikê hewara

Sed mixapin çi mêjî
bi Arê min disojî

Dilšîn bese bi qîrî
Dil šwitî berî Rî
        
          Behcet Osman

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس