Herdû çavên te buharin
Herdû çavên te buharin
Buhareke rengîne
Enya te jêdera heyvêye
Heyva çarde
Rûkê te nanê tenûrê ye
Dêm ji hinarê xelatêne
Lê feleka xayîn dilovanî li te
nekir te da ber
Qehr û kina xwe
Te şerpeze kir
penaber kir
Bê cî û war kir te dûrî
Welat kir
Û li ber deriya maye
Neçar û bêçar
تعليقات
إرسال تعليق