Qazno ,qilingno
Qazno , qilingno
Ez ji dil û can silavên xwe
pêşkêşî kesûkarên
bi qedirguran ji xelkê me re
Di şîn im û par ve dikim
û silvên xwe hezkirî
di şînim ji wan ra
Qaz no qiling no
Nivîskar û peyamnêrên
Erd û ezman
Bi nivîsînin
Li ser rûyê ezman
Nûjên êş û giran
Hatin
ser çav û guhên me
Em dirketin ne ji dilê me bû
Ne ji vîna me bû
Em bi rêketin
ne bi destê me bû
Ka Birsa xwe bikin
ji qaz û qulingan û têran
Win çima derketin ,
Bi birs çima wan penabir
û kûçbir bûn
ji welatê xwe
Di dûrbûna te de
êşa min
her gav kûr dibe...
Ez ji xwe dipirsim ...
gelo ew jî bêriya min kiriye
Bêriya te evîna min
çiya dihejîne
Wek volqanek di herik e
Ez bi qasî wê bêriya te dikim .
Payama te Raghandin min
Qaz û qulingan gandin min
Li ser Rûpelê ezmana şîn
Bi neqş û xêz nivîsandin
Ji warê min Hatin qaz û quling
Gandin min
Payama te bi hesrit û êş
Canê min
peyamnêrê qaz û qulingan
Hatin niştin li ber Mala min
Silav û bêhna te germ bûn
hêvîyên min
Bi xwe re anîn ji min re
Pelê zêtûn û gulan
Ey payamnêrên payaman
qaznû gulingnû
gundê me nêzîkî Efrîna me ye
Li ser ciyayê heşti ye
dilanekê bigrin , bigerînin
Li ser Ropela ezmanê gundê me
Vê destmalê birdin ser
rûyê gundê me
wek pelê gulan li bakin
bi reşîn in li ser gund û çiya
Slavê min
bide destê delalê min
Qazno qulingno
slavên min bi hest û can
Binivsînin bi niqşînin
Li ser rûyê ezmanê gundê me
Li ser rûyê çiya ser rúyê daran
Bi dezîyên canê min şîn û sor
Bi delala min din
Bi dirzîyên hestên min
Biniqşîn li ser rûyê zêtûnan
û henaran û hemî daran
Wey delala min
Slav û maçekê
Bi Şitil û rêhana min de
Wer bexta min
Dem û roj û şevên min
Der bas dibin bi êş û hesrit
Ez bi hêsirên xwe pirtûk û helbestan
ji te re dinivsîn I'm
Slavê dil û hestên min
Diyariyê nav dil û rûyê te de
birded im
Destmala te sipî û zer
Hîn li ba min e afrandî ye
Min danî ye li ser sîngê xwe
Ez nameya xwe ji te re dişîn im
Bi hest û canê xwe te hembêz dikim
Vê destmalê hilde ser rêya xwe
Û li ser bêhna rûyê xwe birde
Ey delalê min
Ku tu ji min re bîranînek kaxezek
Û wêneyê bînî
Li ser kaxezê helbestan
Û li ser wêneyan binivîsin
Qaznû qulingnû
Slavê min û payama min
bi nivsîn in
Li ser rúyê ezmanê
çiyayê kurmênc
bi niqiş û xêz
Slav û rêz delala min
تعليقات
إرسال تعليق