Digotin

Digotin 
ešq dijware
brînekî kûre 
xedare

mi digot 
ešq buhušteke rengîne
jyanê dixemlîne
temen bi rengê gula dibiškivîne

Mi digot
firištê min
bihna xwešikbûna jyana minî
ewê
çewa  ji ruh dûrkev
çewa ê ji dil derkeve
çewa welatê dilê xwe talan bike ...

Hahooo
kesekî nikare
wî ji min dûrke

Lêêê ...
dema gurm gurma qederê
 reš hat
hemû tiš ji bo dûrbûnê 
 kir xelat

Ma ew temenê min
ne xemlîne
dil ji kêre
bike gum gum
 çewa ezê jibîr bikim
ji kîre bêjim firištê min
ji kîre bêjim delalo
û
kî bêje min
xanima dilê min
xatûna ber malê min

Amine Ali

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس