Pîre darek
Pîre darek
Min bikin geştiyek
Ji bo hûn
Li ser panava riwê deryayan
Bê saw bigerin-
Û bi şaha perîşaniya
Dîroka min
Û bi pêlan re bistirên
Û sema bikin
Yan min bikin
Textekî razanê
Ji bo hûn
Bi yarên evîna xwe re
Dema we dibin sîka
Biskên ciwaniya min de
Hevdîtin dikir-
Xweş xewnan
Bi bînin
Yan min bikin dergûşek
Ji bo hûn
Ji mendalê xwe re
Bi her zarî
Surûda bêjin û bilorînin
Ez ê jî
Her bi we re
Bi nihirînim û sema bikim
Û em ê bi hev re
Xilmaş bibin….
Yan min bikin
Ardiwê tenûrekê
Ez ê bi agirê-
Ji ber baweşîna
Baskên qumriyekê
Gûr bû yî-
Ji we re bibim
Nan pêj
Min bikin êzingê etûna
Ji bo xwîna we qerisî nemîne
Û diranê we ji rikrikandinê
Ji hev nexwe
Mîxan di laşê min de bikutin
Bejna min Ḧeta bi guliyan
Bidin ber xirrîna
Bê mehweriya birrekan
Lê ez ji we hêvî dikim
Min nekin dalgehek Guneh kar
Naaaa
Min nekin dalgehek Guneh kar
Jînḧezan bi min ve darvenikin.
Wan nekujin
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
تعليقات
إرسال تعليق