Keçê xwe giran meke

Keçê xwe giran meke

Keçê xwe giran meke 
Zanim tu jeça kiye 
Bavê te ne axaye 
yê m; ne xulamê wiye 
Rojekê ew  zik têre
deha tî û birçiye
Pozê xwe bilind dikê
nefsa mezin bo çiye
   Meznahî j; bo xwedêye 

Bizîvir li pišt dîwar 
Divim ez te bibînim
Dilêmin peritiye 
Arê wî  vemirînim
Vexum šerbeta lêva
Vî canî hînik bînim 
bese l; min  sergiranî
Evînî d;çav dixwînim
      Dilê te ser min heye

çav û hinarkên sor
ew te hiškeradikin
miriya evînêyî
dil û hiš ew šerdikin
hiš dibêjê dûr here
Ramana ew qeyd dikin
lê dil û mêlakê te
li ser min xwe hûrdikin
     Evîn ne gunehiye

gelkî tu  xwe nebîne 
dakeve were xwarê 
Kezebam; ne sotîne
ya tejî bi hewarê
Zumîn diguhan de 
Šev û rojê dinalê
nesaxê evînê ne 
d; šewitin wek çixarê
      Bihna kizîrê heye

Keçê bejnê bixemlîne
ewan Çavan kilbike 
dergehê beçe veke 
dilê Dilšîn Xweš bike
bere têd bikê seyran 
Canê xwe hînik beke 
Cirig û Mêlak tîne 
j; kehniyên xwe têr bike 
      çimkî dildarê teye 
      
Dîno ji te hezdikim
Kubarî ez kuštime
Tîrên evîna te tûjin
bihtir ji tîr û rima 
Çendî di bêjim werim
meznayî ez girtime
nexweša dilê teme
 Memî  ez zîna teme 
     Jiyanamin bi te ye 

Behcet Osman //Dilšîn Osman//

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس