gul û gulav
gul û gulav
gulav herdem ji gulê tê
evîndarî ji vînê tê
silavên te ji hestê tê
di mînim ez di eşqê de
di eşqa te dimînim ez
li te bidim tev mal û rez
di xwestinê dê bikim lez
da nemînim di xewnê de
di xewnê de ez nemînim
bi lez û bez te bi bînim
ji bona te har û dînim
da nemînim di hicrêde
di hicrêde ez nemînim
ji bona te ez bi vînim
bi ahîn û bi nalînim
ji ber kû yar wa di rêde
bi rêde yar ber û min tê
omîd û hêvî pêre tê
bilinde wey çiqa lê tê
cil û bergê li pejnê de
bejn û bala perî canê
şox û şenga kurdistanê
Eger simko ma jiyanê
tê ya mi bî ji vir pêde
Simko
hewlêr 15/6/2022
تعليقات
إرسال تعليق