Dayika Şehîd

Dayika Şehîd
Rêzan = (bi çavin melûl, û dest, û lingin qerimî,
diçe mala şehîd xebat,
ji bo şehadeta xebat, ji dayika wî re dîyar bike,
derbas dibe. )
Ca Xebat = xêre Rêzan …!?
Rêzan = (Rêzan bê denge)
Ca Xebat = (lê dinere )
Rêzan……!
fedîkariya di çavên te de,
nameyeke ne çê têde heye..?
Rêzan = (di binçavan re, lê dinere)
Ca Xebat = veşartina zimanê te,
di paş wan lêvên te yên zuha mayî de,
gotinin ne xweş li ser heye.
Ew destên te yên mîna şaẍê dareke ḧişk li hev  pêçayî, nameyeke xerab, li ser nivîsandiye.
Ew pêkên te yên bi nigin pûç,
û qudûmin şikestî tu davêje,
di bêjin te mizgîniyeke ne çê ji min re aniye..?
Rêzan = ( Rêzan dixwaze biaxife, lê zimanê wî nagere )
ii….ii..ez…
Ca Xebat = ii…çi..? biaxife.
Welatê min perçe kiriye ?..
ez zanim
Welatê min dager kiriye?..
ez zanim
Miletê min perîşan bûye ?..
ez zanim
Birçî û bê rûmet maye ? ..
ez zanim.
Her roj talan û perîşanî bi ser de tê
Ez vê jî zanim..
(bi soseret)
Xebat....!
Rêzan = hevalê xebat …pakre…..pakrewan bû.
Ca Xebat = (ji ber ku hestên dayikî bê himbere,
li ser çogan dibe..
lê hestên welatparêziyê li cem xurtir dibe,
bi hêrs şipya dibe, dikene )..
dema tu hat cem min..
Min saw girt, ez lerzîm,
ez tirsiyam tu ji min re,   bêje Xebat xayin ket .
(destê xwe li ser piyê wî datîne )
Birîna Xebat di…..?
Rêzan = di dilê wî de bû dayê.. di dilê wî de bû..!
Ca Xebat = ( li temaşevana di nere )
Di jiyana min de, du mizgîniyên xweş, ji min re  hatin.
Roja ku min Xebat za, û îro roja min Xebat da,
(bihêrs, ji milet re dibêje )….
Erê Xebat ji min bû...!
lê lawê we bû,
min wî ciwan kir, ji bo we mezin bike,
min wî bi xwendin kir,
ji bo we fêr û hişmend bike .
Min wî mezin kir, ji bo ez wî qurbaniya we  bidim.
Ji ber dê û bavên me, pir ji me ḧezdikirin, me  welat li ser kir, lê îro ji ber em pir ji welatê xwe  ḧezdikin, em zarokên xwe li ser dikin.
ez pakrewaniya lawê we Xebat..
li xwe pîroz dikim .
erê min wî mezin kir
lê îro ewî ez mezintir kirim,
erê ez mezintir kirim .
Dawî
Cindiyê Metnî

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس