Rewşen
((Rewşen))
Ger hûnan û helbest ne bin
Erê wêje kêm û kulek e!
Ne li pey hev bin roj û şev
Gelo qey ew çi felek e!
Bi hişnasîn û rewşenî
Mirov bi hêz û wêrek e
Seranserî welatê me
Heywana hêvî yek e
* * *
ked û kar ger ne jidil bin
Ma çi encam wê ji ber be!
Çiqasî pênûs rastîger be
Wê her û her bargiran be
Westaneke bi qezenc be
Qet ne pûç û beravêt be
Zanest gewz û arvan be
Bo êş û kulan derman be
* * *
Ger stran û mozîk ne bin
Şahî ji çi peyda dibe!
Xwezî çep û rast li hev bin…
daba çewt ji nav me rabe,
Tu car leylan nabe rastî,
Ne rastî wek leylan dibe.
Çiqas mirov xwedî sinc be
Wê hevalê doza xwe be
_____________
Can birahîm
تعليقات
إرسال تعليق