Ev çi evîne min dibe

‏Ev çi evîne  min dibe
‏û tîne 
‏Min di êşîne û min di
‏girîne
‏Rojekê min li buhiştê
‏datîne
‏Deh rojan min bi agir 
‏di sotîne

‏Jibo te min gelek dostê
‏xwe berda
‏Te dil kirye hêlîna kul û 
‏derda 
‏Sitê bûm va mi navjî da 
‏Biserda
‏Şewqa min çû ji ezman 
‏bûme wenda

‏Bese îdî va kêr gihiştî 
‏hestî
‏Navbênçiya di navbêna
‏me westî 
‏Te pêk nanî çi tiştê min 
‏dixwestî 
‏Gelek sar bûme mame
‏Dil şikestî

‏Nema îdî dikarim.ber  
‏dewamkim
‏Vê evîna kul û derda 
‏Temamkim
‏Ezê eşqê ji dil îdî zuha
‏Kim 
‏Û vî konê  ji warê eşqê 
‏barkim

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

سمفونية غرام

أحقا شبت يأحلى الشباب

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس