Ala me
Ala me
Hêma û rûmeta me ye
Beyreq û ala welat
Her bi te em serfirazin
Xwedanê çand û necat
Li ser çimê her zinarî
Ji Leylûn ta Erarat
Li ser sînga best û deşta
Li Hewlêr û Mehabat
Her li ber merş û sirûda
Bi asoya rohilat
Sîka te sermed biheje
Di ava Zê û Ferat
Serê me bi te bilinde
Bidin te silav û pat
Li bin rengê te em bijin
Bikin şer û kêferat
Li xwe kirî rengê Qezeḧ
Li buharê bû xelat
Her war bi te zozan dibî
Tu j`xweda diyarî hat
Bê te nabe heyîna me
L`te nebin kom û civat
Nebin yek kurd bi leşkerî
Dê bimînin bê felat
تعليقات
إرسال تعليق