Yar bixwîne
Yar bixwîne
Yar bixwîne vaye pirtûka dila
Dûr bixîne dil ji gazin û kula
Guhnede mizgeft û dêr û zengila
Her ji bo me ew divêtin hevbirîn
Bi xweş jînê ne bi kîne wer bijin
Bibin wek çîçek û hinga hev mijin
Were kînê bi evînê bikujin
Em bi hev re bikin şah û şavnişîn
Yar bi axînê diçe ji dil evîn
Ax û ẍemgînê ji dil xwe derbixîn
Ken û şahê ji wan lêvan veweşîn
Ken bi wî devî dikeve ẍemrevîn
Berde wî porê te hûna kir gulî
Hey libabe li ser sînga cincilî
Tu tenê lala buhara vî dilî
Hew divêtim buhişta jor û zemîn
Dê bilîzim bi wan bisk û keziya
Çariya te li nav destan riziya
Bûk ciwanî tu ket rêza jinbiya
Biwerî hingiv ji wî devê şîrîn
Guhnede xişr û ne cil û ne pera
Ser bilind nabe bi gulaha sera
Bi xwendinê tê bibî ji serwera
Zanistî ew her gerdena tey zêrîn
Na bi pera nabe ava tu welat
Hey nebe xwêdan û xwîn û kêferat
Li ro ava raperîn û serhilat
Can vejandin nuh jiyanek afirîn
Pertewên rokê ji rû te hatiye
Rû qeşenga ser zemînê her tu ye
Reş gulokên şevê ji hev xistiye
Bi tîrêjên ji tîpên xwe yî Somerîn
Evîndarim ez ji te pir ḧezdikim
Evîna te bi dilê xwe werdikim
Ḧeta mirnê nikarim te j`bîrbikim
Di xwîna min de dijî tu nazenîn
2012
Cindiyê Metînî
تعليقات
إرسال تعليق