Çîrokamin
Çîrokamin
Livir mame ji kulanre
ev welatê mine
êš û ingirîn -eškence
Šîv -Taštiya mine
rojek xwešî ez bibînim
Of û derdê mine
nebûm Penaber û mišext
qey derheqê mine
Gur û keftar bûne pirisyar
bext ji wanre tine
Xwîna Dilê min dimijin
ev Narvîna mine
bûme biyanî di welêt
qey ne xaka mine
Gelê Cîhanê bibhîzin
ev çîroka mine
ezim ardû ,ezim êzing
Tenûr neya mine
temen li ser dozê danî
qey ne mafê mine
ker û korim ,dîse lalim
gotin ne yamine
Kerîkî bê ser û berim
Šivan ;z firoštime
yên bê kiras û pî xwas tev
li min ew kombûne
bûme lîstika bazara
li m; šer û pevçûne
Buhara Welat dizîne
bajar hišikbûne
Zivistanek tûj û zuha
bê can û bê rûne
Welat li min Kirin zindan
hêvî ew têkćûne
wekî darek ji Efrînê
nezeyt ne zeytûne
ne mirîme ne jî saxim
konek bê sitûne
Dil kehniyeke miçbûyiye
bê lebat û xûne
kengî jiyan limin vegerê
birîna bidirûne
تعليقات
إرسال تعليق