Hêvîya dil

Hêvîya dil

Buhara dil û xem revîn
Rû geş dikir ji mira jîn

Şadî ji dil koçber meka
Tarya şeva zelal bika

Were yarê bid min destan
Amê bihevre harin batman

Vemrîn di dil vî agirî
Bi nerînek li vî qamirî

Şiyar be dilo îdî besa
Di vê gurê û şev reşa

Bişkîn bi dest reş xeleka
Azad bika van rundika

Şewqê bida ji wê bircê
Runî bida şev bik sibê

Xidir şakir......🖊

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس