Xewin

xewin  
gurzê gula rengê dila
pêşîkîşî sebra dila 
pêre awazê evînê
xeml û xêza li sorgula
********
roja vînê xemla jînê
gelek şabûm bi dan gula
bi destê yara evîndar
dema himbêzê roj hila
********
roj hila piştî himbêzê
dil firand xwe kire rêzê
bihna gula jê di fûrî
bê hiş dima zarê dila
********
zarê dildar û vîndara
wenda dikê xemê jara
pêre fêrmisk jî dibarîn
dema simko j, xewê hila
********
ji xew rabûm canêm germe
gelo raste yan jî xewne
hestê dila ma wê bêne
pêre awazê bilbila
********
dilo bêje saza b, rêje
ma ev çi xewna dirêje
min û yarê bi hev gîne
dîsa bînim gurza gula

simko

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس