Dildar im 

Keçê, ez im dildar im 
Aşiqê bejn û bal im 
Li benda te me jar im 
Dil teng im bê te mame 

Rindê, ez im hejar im 
Xwedî can û giyan im
Tim bi şîn û girînim 
Dilşikestî her mame 

Gewrê, şahê welat im 
Xwediyê şaneşîn im 
Ji çavan bi hewar im 
Dûr im li çiya mame

Xifşê, ez im gernas im 
Xwedî tîr û kevan im 
Li Xelat û Sîpan im
Ji evînê dîl mame 

Berxê, ez nêçirvan im 
Xwedî hesp û seg im 
Ji  i,şqê  bi  fixan im 
Dûrî  te canê  mame 

Starê,  perestvan im 
Li asîmên stêrkvan im 
Li çavên te hêstir im 
Xwedawenê dîn mame 

Ebdirihman Ebdo

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس