Gulbarîn

Gulbarîn

Bûka daşt û zavîya
Avîna çem û kanîya

Dosta zinar û çiya
Rengê avînê tiya

Wek buhar tû rengîna
Di her demî tû şîna

Wek newroz tû bengîna
Tarya şeva tû nebîna

Ji rengê derya çavê te
Qend û lalin lêvê te

Gul weşînin peyvin te
Soz di dan perwanin te

Peymanek bid min ey can
Bera dil bika saman

Vehat bika van derdan
Besa payîz û baran

Lê lê dayê me lorîna
Besa hêsir û girîna

Ew rojin reş tû nebîna
Şaba dayê ma lorîna

Xidir şakir.......✏

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس